Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bakirhan: Ocalan jibo Banga Dîrokî Hazirî Dike


Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan ser danûstandinên bi Abdullah Ocalan re axifî.

Bakirhan îro Sêşemê di komcivîna partîya xwe de got ku Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Ocalan jibo ‘’banga dîrokî’’ hazirî dike.

‘’Birêz Ocalan jibo çareserîya mayînde ya pirsa Kurdan û jibo avakirina Tirkîyeyeke demokratîk hazirîya banga dîrokî dike. Ewê di demeke kin de banga xwe ragihîne.’’

Wî dîyar kir ku banga Ocalan jibo wan girîng e û ew piştgirî didin wî.

Bakirhan bang li desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) kir ku li gor bangê û li gor rola xwe tevbigere.

Danûstandinên bi Ocalan re bi dawîya sala borî re ser banga Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî, ku hevbendê AKP’ê ye, destpê kiribûn.

Bahçelî berê gotibû ku ew bang li Ocalan dikin ku di komcivîna DEM Partî de dawî li PKK’ê bîne û paşê jî dîyar kiribû ku ew dixwazin ku şandeyeke DEM Partî û Ocalan demûdest bicivin.

Şandeyeke DEM Partî piştî danûstandinên bi Ocalan re serdana partîyên parlamana Tirkîyê kiribû û ser aştîyê axifîbû.

Bakirhan piştî komcivînê li ser pirsên rojnamevanan got Ocalan dikare 15’ê Sibatê yan piştî wê banga xwe bike.

Li ser pirseke derbarê civîneke nû ya bi Ocalan re got ku niha rewşeke zelal tuneye û ew li benda bangê ne.

Rêberê PKK’ê Ocalan ji 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmrali ye.

Hin jêderên AKP’ê dîyar dikin ku Ocalan wê heta Newrozê, ku di 21’ê Adarê de tê pîroz kirin, bang li PKK’ê bike ku çekan berde.

Jêder: Ajansa Welat, Ajansa Mezopotamya, Gazete Duvar, NTV

XS
SM
MD
LG