Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bo Hinartina Hêzan Bo Bakurê Sûriyê Ewrupa Razî Dike


Newaf Xelîl û Alî Îbrahîm
Newaf Xelîl û Alî Îbrahîm

Duşemê hikûmeta Almaniya ragihand ku wan dxwaza Amerîka ya hinartina hêzan bo Sûriyê red kirîye.

James Jeffery nûnerê taybet yê Amerîka bo pirsên Sûriyê di nava xebatê de ye ku welatên Ewrupî razî bike da kû hin hêzên xwe bişînin bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê dema ku hêzên Amerîkaî derdikevin.

Lê heta niha helwesta Almaniya zelal bûye û daye zanîn ku beşdarîya wan di koalîsyona navnetewî de ya şerê li dij DAIŞê li Sûriyê didome.

Herwiha Fransa hewil dide, aliyên Kurdan nêzîkî yek bike da ku ew herêm bihêztir bibe û tenhaî hebe da ku aliyên navnetewî jî, bikarin bi şêweke baştir alîkariya Kurdan û Hêzên Sûriya Demokrat HSDê bikin di çarçove şerê dijî DAIŞê de.

Bo danûstendinên li ser mijara vê carê ya bernama Hest û Helwest ku taybete derbarê, çarenivîsa bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê, dema ku welatên Ewrupî hêzan neşînin. Du mêhvanên hêja, berêz Newaf Xelîl Rêveberê Navenda Lêkolînên Kurdî li Almanya û berêz Alî Îbrahîm, endamê komîta navîn ya Partî demokratî Kurdistana Sûriiyê PDKS beşdarî bernamê bûn û mijar gotûbêj kir.

Hest [ Helwest 09 07 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:24:37 0:00

XS
SM
MD
LG