Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Nema Xizmeta Înternetê Dide Bîyanîyan


Kompanîyên ku gerokan dibin Koreya Bakur dibêjin, ew welat nema xizmeta înternetê pêşkêşî mêvanên xwe yên bîyanî dike.

Ev gav tê kirin, tenê çend hefteyan piştî ku hikûmetê xizmeteke nû ya 3G derxistibû.
Xizmeta nesansurkirî ya înternetê meha borî hatibû derxistin.

Bi xêra wê gavê, xwendevan dikarîbûn zanînên nû derbarê Koreya bakur bizanin, welatê ku hemwelatîyên wî bixwe nikarin înternetê bikar bînin.

HVê dawîyê Koreya Bakur rê da karanîna telefonên mobîl li nav welêt.

Niha nêzîkî 1.8 mîlyon hemwelatîyên Koreyî xizmeta Korylink ya telefonên mobîl bikar tînin.

Demekê zûtir ya vê salê jî, hikûmeta Pyongyang ragihandibû ku kesên bîyanî dikarin telefonên xwe ligel bînin wî welatî.
XS
SM
MD
LG