Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tifaqa Kurdîstanî ya jibo Hilbijartinê li Amedê Serdana HDP'ê Kir


Serok û nûnerên partîyên PSK, PAK, PDK-T, PDK Bakûr, Hereketa Azadî ji alîyê Pervîn Buldan û Ahmet Turk ve hatin pêşwazî kirin.

Buldan berîya civînê axifî û dîyar kir ku ev hilbijartin hem jibo Tirkîye, hem jî jibo Kurdan pir girîng e.

"Ev hilbijartin qedera Kurdan jî dîyar dike. Lewma îro civîna me ya li Amedê ya bi partîyên Kurdîstanî re pir gîng e. Di vê demê de êrîşên mezin li ser destketinên Kurdan pêk tên, Kurdan li derveyê sîyasetê dihêlin. Tifaqek wiha jibo paşeroja Kurdan pir girîng e."

Nûnerên Tifaqa Hilbijartina Kurdîstanî nameyek ku ji prensîbê wan pêk tê, radestî Buldan kirin.

Jêderên agahdar dîyar ku hevdîtin bi erênî derbaz bû û daxwazên şandeyê daxwazên hevpar yên gelê Kurd in û HDP wê di demek kurt de bersîva tifaqê bide.

Buldan dîyar kir ku jibo mezinkirina yekîtîya Kurdan ewê xebatên xwe bidomînin.

Hêjayî bîrxistinê ye tifaqa hilbijartinê ya Kurdîstanî roja Çarşemê bi serokê Huda-Par’ê Zekerîya Yapircioglu re jî hevditinek pêk anî.

XS
SM
MD
LG