Lînkên eksesibilîtî

Reuters: Herî Kêm 50 Kes li Bakurê Sûrîyê di Êrîşên DAIŞ'ê de Hatin Kuştin


Reuters’ê ji zarê Heyva Sor ya Kurd ragihand ku îro Pêncşemê, di êrîşên xwekujî yên Dewleta Îslamî (DAIŞ) de, bi kêmî ve 50 kes li bakurê rojhilata Sûrîyê hatin kuştin.

Di êrîşan de, ku bi sê maşîneyên bombebarkirî pêk hatin, gelek kes jî birîndar bûn.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kiribû ku êrîş li Ebu Fas, ya li sînorê Dêrezor û Hesekê pêk hatine û berî nûçeyên ajansan dabû zanîn ku herî kêm 18 kes hatine kuştin.

SOHR’ê ragihand ku di êrîşan de, hin koçberên ku ji Dêrezorê revîyane û hin hêzên ewlekarîyê yê asayîşa Kurdan hatine kuştin.

Rêxistina cîhadî vê dawîyê li Îraq û Sûrîyê têk diçe û di herêma Dêrezorê de hatiye dorpêç kirin.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi piştgirîya Amerîka ji bakur û Artêşa Sûrîyê ya bi piştevanîya Îran û Rûsya jî ji rojava êrîşî DAIŞ’ê dikin.

XS
SM
MD
LG