Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Rêvebirîyeke Nû li Bakurê Sûrîyê Çêdibe


Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) ragihand ku ewê li bakurê Sûrîyê rêvebirîyeke yekgirtî çêke.

MSD’ê bi konferanseke li Tabqa biryar da ku hemî civatên sîvîl yên li herêmê bîne ba hevdu.

Piştî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, bi hevkarîya koalîsyona navneteweyî Dewleta Îslamî (DAŞ) li bakur û rojhilata Sûrîyê têk biribû, li wan herêman civatên sîvîl hatibûn çêkirin.

Hevseroka MSD'ê Îlham Ahmed ji Reutersê re got ku li herêmê bo hewcedarî û xizmetan valahî hene.

Ahmed dîyar kir ku ew dixwazin ku rêvebirîyekê ava bikin ku di navbera hemî konseyan de kordînasyonê çêke.

‘’Rêvebirîya nû dê li herêmên bin kontrola HSD'ê çêbe. Ew dê bo îstiqrar û ewlekarîyê baş be," Ahmed got.

Reqa, Dêrezor û Cezîre jî dê di rêvebirîya nû de cîh bigirin.

Hevserokê MSD’ê Riad Darar jî dîyar kir ku dê revebirîya nû bo gel polîtîkayên pratîk çêkin û xizmetan bînin.

Darar bi berdewamî da zanîn ku ger ew çareserîyeke siyasî bi dest nexînin, ewê li herêmê rêvebirîya HSD’ê xurttir bikin.

Darar dîyar kir ku ger peymaneke aştîyê were îmza kirin û rêvebirîyên herêmî werin xurt kirin, HSD’ê wê bibe beşeke artêşa Sûrîyê.

Serokê Sûrîyê Beşar Esad meha borî dabû zanîn ku derîyên Şamê bo danûstandinên bi HSD’ê re vekirî ne.

Ahmed dîyar kir ku gotinên Esad ‘’ji teorîyê wêdetir naçin’’ û got ku heta niha bo danûstandinan ti gav nehatine avêtin.

XS
SM
MD
LG