Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ketina Balafira Şer Ya Fîlîpînê Û Mirina Herî Kêm 45 Leşkeran


Wêneyeke ji bermahîyên balafira Leşkerî ya Fîlîpînê

Sazîya Berevanîya Fîlîpînê îro Yekşemê ragihand ku balafireke leşkerî ya hêza esmanî ya welat li girava başûr Patîkul ketîye û şewitîye.

Karbidestan da zanîn ku di encamê bûyerê de herî kêm 45 kes hatine kuştin, tevî sê sivîlên li erdê û her wiha 53 kes jî birîndar bûne ku 4 ji wan sivîl in.

Hevdem, Pênc karmendên leşkerî hîn jî winda ne. Heta amadekirina vê raportê nehatbûn dîtin.

Di balafira veguhastinê ya Lockheed C-130, leşkerên ku bo operasyonên dijî serhildayan diçû de, 96 leşker hebûn.

Koma peywira hevbeş ya bi navê Sulu bi daxuyanîyeke di derbarê bûyerê de agahdarî ragihand û got "Hejmarek leşkeran berîya ku balafir li erdê bikeve, xwe ji balafirê avêtine û ew ji teqîna ku jiber ketinê ve çêbûye xwe xilas kirine," di daxuyanîyê de hat gotin.

Lê, heya niha ne diyar e çend kes xwe ji balafirê avêtine yan sax filîtine.

Wêneyên ji cihê bûyerê nîşan da ku agir û dûman ji bermayên balafira ku di nav daristanê de ye radibe, mirovên bi cilên leşkerî li heremê xûya dikirin.

Berdevkê leşkerî, Albay Edgard Arevalo ragihand ku ti nîşanekeya êrîşê ya dijî balafirê nehatiye dîtin.

Lê, lêpirsîn hîn nehatiye destpê kirin jiber ku niha li ser xebatên rizgarkirin û dermankirinê tê sekinandin.

Fermandariya leşkerî got ku leşkerên di balafirê de bûn, ji Laguindingan, ku nêzî 460 km li bakurê rojhilat, diçûn balafirgeha eyaleta Jolo.

Fermandarê Peywira Hevbeş ya Sulu, William N. Gonzales got ku ewê wan leşkerana 'beşdarî şerê dijî terorê bibanan.'

Girava Jolo, bi qasî 950 km li başûrê paytext Manîlayê cîh digire.

Malpereke hikûmetê di meha Rabendanê dîyar kiribû ku ev balafira C-130 yek ji du balafiran bû rêvebirîya Amerîka daye welat e.

Hêzên çekdar yên Fîlîpînî xwedî tomarek ewlehîya esmanî ya ne aram e. Meha borî helîkoptereke Black Hawk di dema peywira perwerdehîyê de ketibû û şeş kes miribûn.

Di sala 1993'an de di encama ketina balafira C-130 ya hêzên esmanî yên Fîlîpînê 30 kes mirin.

Bûyera ketina balafira herî xirab a welat, ya Boeing 737 ya Air Philippines ya sala 2000'an bû, ku di encamê 131 kes mirin.

Karbidest Fîlîpînî destnîşan dikin ku ev bûyera îro jî di nêzî 30 salên dawî de, karesata esmanî ya herî xirab ya leşkerî ye.

XS
SM
MD
LG