Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Daxuyanîyên Erdogan Êrîşên Ser Herêmên Kurdan li Sûrîyê Zêde Dibin


Piştî ku serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku artêşa Tirkîyê wê rojhilata Çemê Firatê armanc bike, di heyama çend rojên dawî de gundên li ser xeta sînor ji Kobanê ta Girêspî dibe armanca topbarana Tirkîyê.

Li Kobanê gundên Aşmê, Zormixar û Çaroxlî bûn armanca topebaran Turkiyê û di encamê de şervanek jiyana xwe ji dest da û 2 sivîl jî birîndar bûn.

Dîsa, êvara Sêşemê derîyê sînor li Girêspî jî bû armanca êrîşeke ji alîyê Tirkîyê û şerekî kurt derket û di encamê de şervanekî HSDê jiyana xwe ji dest da û yekî din jî birîndar bû.

Girêspî ku hêzên Amerîkî li wir bi cîh bûne, cîhekî stratejîk e jiber ew bajar li rojhilata Kobanê û bakurê Reqa ye û li bakurê wê jî Akçakale ya Tirkîyê heye.

HSDê îro Çarşemê daxuyanîyeke niviskî belav kir û got ku êrîşên Tirkîyê nayên qebûl kirin. “Êrîşên bi vî rengî operasyonên me yên dijî DAIŞê asteng dikin. Mafê me yê bersîvdanê heye û hêzên me bersîv da û maşîneyeke leşkerî ya artêşa Tirk rûxand.”

MB_10_31_2018_Topbaran
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:41 0:00

XS
SM
MD
LG