Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirê Polîsên Baltimore Dibêje Rewşa Bajêr Aram e


Rêvebirê polîsên Baltimore dibêje, rewşa bajêr aram e, piştî ku karbidest qedexe kir ku kesek bi şevê derkeve kolanan.

Polîs do şev li hîn deveran rastî berxwedana komên biçûk yên xwepêşanderan hat ku qedexa derketina derve nas nedikir.

Hinek ji wan xwepêşanderan bi kevir û çîeyên avê êrîş birin ser polîsan, lê piranîya wan di nav demjimêrekê de çûn mala xwe.

Di dîmenên televîzyonê de xuyan dibû ku hêzên Zerevanîya Netewî (National Guard) di nav erebeyên leşkerî de, li kolanên Baltimore digerin ku cîhanîna qedexa derketinê misoger bikin.

"Qedexa derketinê bi rastî karîger e. Tiştê herî girîng ewlehîya hemwelatîyan û aramîya bajêr e û em bi hêvî ne ku wiha bimîne,” rêvebirê polîsan Anthony

ji nûçegîhanan re got.

Betts ragihand ku piştî destpêbûna qedexa derketina kolanan, bi giştî 10 kes hatin girtin.

Roja Duşemê alozî û tevlihevî li Baltimore derketibûn, piştî ku merasîma oxirkirina Freddie Gray yê 25 salî ku dema bin çavdêrîya polîsan de miribû.

Girseyên hêrsbûyî herikîbûn kolanan û gelek avahî, dîkan û otomobobîl dabûn ber êgir bi sedema ku polîsên spî tundî li hember reşan dimeşînin û wan dikin armanc.

Xwenîşandêr bi gelek dîkan talan kiribûn û bi dehan avahî, otomobîl dabûn ber êgir û bi kevir, şîşeyên avê û tiştên din êrîşî polîsan kiribûn.

XS
SM
MD
LG