Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Tirkîyê jibo Parlementerên HDP'ê Baluken û Encu Biryara Girtinê Dide


Dadgeheke Tirkîyê jibo du parlementerên din yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Îdrîs Baluken û Ferhat Encu, biryara girtinê da.

Encu ku 4 mehan girtî mabû û roja Çarşemê hatibû berdan, li Firîngeha Şerafettin Elçî ya Şirnexê jinûve hat desteser kirin.

Baluken jî di Mijdara 2016’an de hatibû girtin û di 30’ê Rêbendanê de hatibû berdan. Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê ser îtîraza serdozgerîyê, derbarê Baluken careke din biryara girtinê da.

HDP'ê ragihand ku Baluken niha jiber amelîyata çokên xwe li nexweşxaneyê dimîne.

Derbarê parlementerê Şirnexê Faysal Sariyildiz û ya Wanê Tuba Hezer jî birayara girtinê hatiye dayîn.

Hêjayî bîrxistinê ye kuhevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 11 parlementerên wê partîyê girtî ne.

XS
SM
MD
LG