Lînkên eksesibilîtî

Balyozê Rûsî li Xertûm di Mal de Mirî Hat Dîtin


Meydana Sor li Moskova

Polîsê Sûdanê ragihand ku êvariya roja Çarşemê balyozê Rûsya li welatê Sûdanê di melvanîngeha mala wî de li paytext Xertûm mirî hatiye dîtin.

Peyvdarê polîsên Xertûm ji ajansa Reuters re daye eşkere kirin ku, Mirgayas Shirinsky balyozê Rûsya li Sûdanê bi mirineke xwezayî mirîye, dibe ku jiber bilindiya fişara xûnê ew mir be.

Wezareta derve ya Sûdanê di daxûyaniyekê de Tazîyaxwe jibo Rûsya jiber mirina balyoz Shirinsky daye xûyakirin û gotiye, jiber mirina wî û hewildanên wî yên dîplomasî ew gelek di xemgînin.

Berdevkê rojnamegerî yê balyozxana Rûsya li Xartûm Sergei Konyashin bo kenalê Rossiya-24 TV axiftîyue û daye zanîn ku, balyoz Shirinsky pirsgirêkên êşa dilî hebûn.

Mirgayas Shirinsky di jiyê 63 saliyê de bû, ew dawiya sala 2013an weke balyozê Rûsya li Sûdanê hat bû wezîfedar kirin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG