Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hemwelatîyên Xwe yên li Tirkîyê Hişyar Dike


Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê, bang li hemwelatîyên xwe kir ku di salvegera hewildana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê de, jiber gumana ‘’şîdet’’ê li dûrî çalakîyên li Tirkîyê bisekinin.

Balyozxaneyê li ser malpera ragihand ku ewê li meclîsa Tirkîyê, li avahîyên hikûmetê û li ser pira Stenbolê çalakîyên bîranînên werin li dar xistin.

Balyozxaneya Amerîka da zanîn ku dema çalakîyên 15'ê Tîrmehê hîn tam ne dîyar e û divê hemwelatî ji medya herêmî çalakîyan bişopînin û ji derên qelebalix dûr bisekinin.

Di daxuyanîya balyozxaneyê de hate gotin ku dibe ku di hin xwepêşandanên aştîxwaz de ‘’tundûtûjî’’ çêbibe.

XS
SM
MD
LG