Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Êrişên li Ser Xwepêşanderan li Necef Şermezar Dike


Avahiyê Balyozxana Amerîka li Bexda

Balyozxaneya Amerîka li Bexda di daxûyaniyekê da, êrîşên hovane yên şeva Çarşemê 5ê Sibatê li bajarê Necef bo ser xwepêşandanên aştiyane şermezar kir. Êrîşên bûne sedema kuştin û birîndar bûna hejmarek xwepêşanderên aştîxwaz.

Daxûyanî dibêje"Mixabin ku hêjî dihêlin, grûbên çekdar serwerîya yasayê binpê bikin û li dij welatiyên aştîxwaz yên mafên xwe yên demokratî di azadîya ramanê da dibînin û daxwazên çaksaziyên siyasê û aborî dikin, lê ew tawanbar serbestin û nayên siza dan".

Daxûyaniya Balyozxanê dide zanîn ku, erkê hikûmeta Îraqê û hêzên ewlehiyê ye, sinorekî bo wan rêgiran danin, yên ku kesên çalakvanên sivîl û rojnamevanan di kujin û wan direvînin, herwiha çekan li dij xwepêşanderan bikar tînin, li wan didin û konên protestoyên aştîyane dişewitînin.


Balyozxane dibêje, daxwazê ji hikûmeta Îraqê dikîn sinorekî bo wan tawankaran danin û wan radestî edaletê bikin.

Beşekî din yê daxûyaniyê dibêje "Em daxwaz ji xweşanderan dikîn arama xwe ragirin û pêgiriyê bi protestoyên aştiyane bikin".

Daxûyaniya Balyozxana Amerîka li Bexda, dîsan dibêje, Amerîka bi temamî alîgira xwepêşanderane di karînan mafên demokratî da, yên azadîya ramanê û kombûnên aştîyane.

XS
SM
MD
LG