Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Destûr bo Malbatên Karmandên Balyozxana Amerîkî Hat Dayîn ku ji Tirkîyê Derkevin


Di vê wlneya arşîvê de Balyozxaneya Amerîkî li Enqerê xuya dibe

Balyozxaneya Amerîkî li Tirkîyê îro Sêşemê radigihîne ku piştî hewila darbeya leşkerî, Wezareta Derve destûr daye ku endamên malbatên karmendan, bi dilxwazî ji Tirkîyê derkevin.

Balyozxanê bi daxuyanîyeke e-maîlî de dîyar kir ku ragihandina rewşa awarte ji alîyê Tirkîyê ve, bû sedemeke din ku wezareta derve vê biryarê bide.

"Di van demên niha de, reng e ku hemwelatîyên Amerîkî li Tirkîyê pirtir liv û tevgerên polîs û leşkeran û herwiha sînorkirina hatin, çûne bibînin,” daxuyanîya balyozxanê got.

XS
SM
MD
LG