Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozxaneya Amerîka ya Enqerê Îro Duşemê Girtî Ye


Balyozxaneya Amerîka ya li Enqere ya paytaxta Tirkîyê ragihand ku jiber gefên ewlekarîyê ewê îro Duşemê girtî be.

Balyozxneyê da zanîn ku ewê tenê xizmetên demûdest bike û bang li hemwelatîyên Amerîkî yên li Tirkîyê kir ku ji qadên qelebalix û avahîya balyozxaneyê dûr bisekinin.

Di daxuyanîyê de bo hemwelatîyên Amerîkî herwiha hat gotin ku dema serdana cîhên turîstîk baldar bin.

Balyozxaneyê ser gefa bo girtina avahîyê ti agahî neda.

Li gor daxuyanîyê, hevdîtinên vîza û xizmetên din yên rojane dê îro Duşemê neyên kirin û ewê bo jinûve vebûna balyozxaneyê daxuyanîyekê bidin.

XS
SM
MD
LG