Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ban Ki-Moon: Divê Îran Nîşan Bide ku Programa Wê ya Navokî Aştîyane ye


Kargeheke navokî ya Îranê

Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon bang li Îranê dike ku danûstandinên ligel neteweyên Rojavayê bidomîne ku guman dikin Tehran li ser programa çekên navokî dixebite. Lê, Îran dibêje, bernameya wê ya navokî jibo mebestên aştîyane ye.

Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon di civîneke agahdarkirina medyayê de, li bajarê Davos ya Swîsreyê got, berpirsîya Îranê heye ku doza xwe îsbat bike.

Birêz Ban got, ew jiber raporta vê dawîyê ya Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî bi xem û fikar e ku dibêje, îhtîmala mebestên leşkerî di Programa Pêşvebirina Navokî ya Îranê heye.

Ban lêzêde kir û got, tiştê ku ji Îranê tê çaverê kirin ev e ku nîşan bide bernameya wê jibo mebestên aştîyane ye.

XS
SM
MD
LG