Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ban Ki-moon jibo Danûstandinên Sûrîyê li Rûsya ye


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon li Rûsya ye hevdîtinan li ser sekinandina şerê li Sûrîyê bike.

Birêz Ban got, amadekirina konferansa navnetewî girîng e û divê civata navnetewî vê derfetê ji dest xwe bernede.

Ban îro Înîyê ji rojnamevanan re got, hêvîya çareserîyê ku piştî hevdîtinên John Keerry û Sergi Lavrov derketiye pêş, divê bibe bingeha hewilên xunrijandinê.

Ban got, Neteweyên Yekbûyî hazir e ku vekolînan ser wan îdîayan bike ku hêzên Beşar Esed çekên kîmyayî diji serhildayan bikar anîne.
XS
SM
MD
LG