Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ban Ki-moon: Divê Cîhan Şans Bide Dîplomasî


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon bang li rêberên cîhanê dike ku dest bi operasyoneke leşkerî nekin, heta ku pisporên NY vekolîna xwe li Sûrîyê temam bikin.

Birêz Ban îro Pêncşemê got, tîma wan ya pisporan wê heta roja Şemîyê ji Sûrîyê derkevin û raporta xwe pêşkêşî wî bikin.

Wî got, divê cîhan şansekê bide dîplomasî ku îdîayên karaîna çekên kîmyayî bêne ron kirin.

Şandeya NY roja Sêşemê çûbû Şamê ku di cîh de vekolînan bike ku êrîşa çekên kîmyayî ji alîyê kê ve hate kirin.
XS
SM
MD
LG