Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ban ki-Moon Ser Gurbuna Şerê li Helebê Xema Xwe Dîyar Dike


Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Ban ki-Moon îro Duşemê xema xwe li ser gurbûna şerê li Helebê û dora wê dîyar dike û nerazîbûna xwe li ser kuştinkarî û malwêranîyê radigihîne.

Ban ki-Moon bang li alîyên şerker li Sûrîyê dike bi rêkeftina “sekinandina neyartîyan” pêbend bin û berpirsîya xwe ya parastina sîvîlan bi cîh bînin.

Wî bal kişand sekinandina şer li Şam û Lazqîya û daxwaza heman tiştî li beşên din yên Sûrîyê, taybetî jî li Helebê jî kir.

Sekreterê Giştî daxwaz ji hêzên herêmî û navnetewî, taybetî jî hevserokên Koma Piştgirîya Sûrî ya Navnetewî (ISSG) Amerîka û Rûsya dike ku hewlên xwe yên bo zindîkirina agirbestê xurtir bikin.

Ban ki-Moon hişyar kir ku bi tevahî têkçûna agirbestê, wê pirtir tundî, mirin û malwêranî bîne û bizavên çareserîyeke sîyasî lawaz bike.

XS
SM
MD
LG