Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ban Ki-moon jibo Rewşa Sîvîlên li Rojhilata Helebê Banga Alîkarîyê Dike


Secretary General Ban Ki-moon
Secretary General Ban Ki-moon

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon îro li navenda NY axaftinek kir û li ser rewşa mirovahî li Sûrîyê û seranser cîhanê peyîvî.

Ban Ki-moon da zanîn ku li cîhanê, bi awayekî rekorî 130 mîlyon mirov hewceyî alîkarîya mirovahî ne ku bikaribin bijîn. Wî bal kişand ku ew kes nîfûsa herî mezin ya dehan li dinê pêk tînin.

“65 mîlyon zarok, jin û mêr jiber şerên çekdarî, bêîstiqrarî û tirsa êşkence û reftarên xirab, hatine mecbur kirin ku welatên xwe bihêlin û birevin cîhên din û dora 5 mîlyon ji wan Sûrî ne.”

Ban Ki-moon dîyar kir ku 40 mîlyon kes li hindurê welatên xwe penaber bûne û 7 mîlyon ji wan li Sûrîyê ne.

“Ez taybetî qala Sûrîyê dikim jiber ku ew welat di nav yek ji çerên herî xirab de, rûbirûyê tundîya zêdebûyî dibe. Raportên xembar digehin me ku zarok û jin jî nav de, sîvîlên li rojhilata Helebê dibin armanca reftarên xirab. Divê em gîş bi hevre vê yekê rawistînin.”

Sekreterê NY bang li alîyên şerker, taybetî jî li hêzên hikûmeta Sûrî kir ku bi qanûnan şer pêbend bin, rêzê li jîyana mirovan bigirinû vegerin ser meseya danûstandinan.

XS
SM
MD
LG