Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ban Ki-moon ji Cîhanîna Rêkeftina li Sûrîyê Kêfxweş E


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon îro Duşemê dibêje, tevî “hin bûyeran” rêkeftina sekinandina neyartîyan li Sûrîyê, di roja sisêyan de bi awayekî giştî serketî ye.

Wî herwiha got ku jibo şopandina rêkeftinê, hêzeke pirnetewî hatiye danan ku misoger bike ku binpêkirina rêjeftinê belavtir nebe û sekinandina şer berdewam bike.

Wezîrê Derve yê Fransî Jean-Marc Ayrault jî bang li hêza pirnetewî kir ku demûsdest bicive êrîşên esmanî yên li ser deverên bin kontrola serhildayan gotubêj bike.

XS
SM
MD
LG