Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firoşger û Kolberên li Bane ya Kurdistana Îranê Protestoyên Xwe Didomînin


Firoşger û kolberên li bajarê Bane ya Kurdistana Îranê greva dijî girtina sînor û danana bacên zêde didomînin.

Kolber, karker û firoşgeran, ev 13 roj in ku protestoyên xwe didomînin, piştî ku hikûmeta Îranê derîyên sînorî girtin û bacên ser tiştên ku ji derve têne anîn, bilind kirin.

Xwepêşanderan maseyên vala û kon danan ku sîyaseta hikûmetê Îranê ya birçîhêstina gelê xwecîhî protesto bikin.

Greva xwedîyê firoşgeh û xwaringehan û kolberan di 15’ê Nîsanê de li Baneh û Javanrud destpê kir û dû re gelê Merîwan û Pîranşar ji tev li wan bûbû.

XS
SM
MD
LG