Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bangladişê 5 Karker ji Hêla Polîsan ve Hatine Kuştin


Dîmeneke ji xwepêşandanên li Bangladeşê ( Arşîv)

Karbidest û polîsên Bangladeiê ragihand ku îro Şemîyê di encama erîşa çekdarî ya polîsan de herî kêm penc kes hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Bûyer, dema komek karkarên ku li avahîyekî çêkirina elektrîkî- komirê ya Çînî de dixebitin, bi daxwaza zêdekirina mûçeyên wan xwepêşandan dar dixistin, bûye.

Berpirsê polîsê herêmî Azîzul Îslam ji Reuters re got ku , li cihê çêkirina kargeha komirê ya li başûrê rojhilata bajarê Chittagong, polîsan piştî ku nêzê 2.000 xwepêşanderan kevir avêtine, bi gulebarankirinê bersîv dane.

Azîzul Îslam ragihand ku karkeran êrîşê çend avahîyan kirine û santrala ku 265 km dûrê başûrê rojhilatê paytext, Dakayê cîh digire şewitandine.

Îslam da zanîn ku herî kêm şeş polîs jî di nav kesên birîndar de ne.

"Em hewl didin ku rewşê têkin bin kontrolê," Îslam got.

Karbidestê hikûmeta herêmî Saiduzzaman Chowdhury jî dîyar kir ku
karker bi sedema nedayîna mehaneyên xwe û jibo zêdebûna mehaneyên xwe û herwiha bo kêmkirina seatên xabata rojana di meha Remezanê de, xwepêşandan dikirin.

Santrala bi 2.4 mîlyar dolarî çavkanîyek sereke ya veberhênana biyanî ya li Bangladeşê ye, û yek ji projeyên ku Pekîn jibo avakirina peywendîyên nêziktir yên bi Dakka re ye.

Di 2016 de, Kompanîya Elektrîkê ya SEPCOIII ya Çînê bi kompanîya S Alam Group re, bo çêkirina avahiyê peymanek îmza kir.

Di wê salê de, çar xwepêşanderên li dijî çêkirina wê santralê ji hêla polîsan ve di dema pevçûnên gundîyên navbera aligirên û yên dijî projeyê xwepêşandan dikirin, hatib ûn kuştin.



Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG