Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Banka Cîhanî Wê 1.5 Mîlyar Dolar Alîkarî Bide Ukrayna


Serokê Banka Cîhanî David Malpass îro Sêşemê got ku ew hazirîya paketeke nû ya piştgitîyê ji Ukrayna re dikin.

Malpass got ku paketa piştgirîyê wê 1.5 mîlyar dolarî be û yek mîlyara wê ji sindoqa welatên herî xizan yên bankê tê.

Malpass, li Warsawê got ku paketa alîkarîyê bi erêkirina Rêxistina Pêşvebirinê ya Navnetewî pêk hat û 100 mîlyon dolarî jî jibo Moldova were şandin.

Malpass bi berdewamî got ku di hefteyên were de Banka Cîhanî û Sindoqa Diravî ya Navnetewî civînên buharê li dar bixin.

Wî dîyar kir ku alîkarîya wan dihêle ku xizmetên krîtîk bidomin, mûçeyên xebatkarên nexweşxaneyan û programên din yên civakî berdewam bikin.

Banka Cîhanî meha borî jî biryara 923 mîlyon dolar alîkarî ji Ukryana re erê kiribû.

XS
SM
MD
LG