Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serêdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî ya Tirkîyê Berdewam Dike


Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul û Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesud Barzanî bi hevre xwane dibin. Stenbol, Mijdar 4, 2011
Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul û Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesud Barzanî bi hevre xwane dibin. Stenbol, Mijdar 4, 2011

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesud Barzanî ku jibo serêdaneke fermî li Tirkîyê ye hevdîtinên xwe berdewam dike.

Birêz Barzanî roja Înîyê bi hevsorokên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak û hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û Aysel Tugluk re, li Stenbolê kom bû.

Di hevdîtina ku ji medyayê re girtîbû de pêşketinên û kêşeyên herêmî hatine gotûbêj kirin.

Hate ragihandin ku nûnerên BDP û KCD ji birêz Barzanî xwestine ku jibo çareserkirina pirsa Kurdî hewilan bide. Mesud Barzanî jî ji şandeya BDP û KCD re gotiye ku ew jibo aştîyê û rawestandina pevçûnan hatiye Tirkîyê.

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê her wiha dîyar kirîye ku xebat û hewilên wî ya jibo pêkanîna aştîyê bibin.

Mesud Barzanî Înîyê êvarê ji alîyê Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul ve jî hate pêşwazî kirin, lê derheqa hûrgilîyên wê hevdîtinê de ti agahî nehatine dayîn.

Her li ser serêdana birêz Barzanî hevkarê me Robîn Reşvan bi awayekî zindî bi nûçegîhana Dengê Amerîkayê ya li Dîyarbekirê, Xexîcan Farqîn re hevpeyvînek kirîye.

Kerem kin bi ‘Guhdarî kirin’a jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG