Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Îraqê Serokê Amerîka Rexne Dike


Dr. Barham Salih serokomarê Îraqê
Dr. Barham Salih serokomarê Îraqê

Serokomarê Îraqê Barham Salih roja Duşemê derbarê daxûyaniya serokê Amerîka Donald Trump dema got bû, Amerîka dê hin hêzên xwe li Îraqê bihêle bo "çavdêriya Îranê" bike, rexne kir û got, Trump pirs ji Îraqê nekirîye da ku hêzên xwe li Îraqê bihêle bo çavêkirina Îranê û daxûyaniya Trump weke tiştek "xerîb"bi nav kir.

Roja Duşemê Barham Salih di axiftineke xwe de li Bexda derbarê daxûyaniya serokê Amerîka Donald Trump ya ku bo mediya Amerîkî ragihand bû kû Amerîka "bingehek ciyê baweriyê"li Îraqê heye, ew dixwazin li Îraqê bimînin da ku berê wan li Îranê be.

Salih da zanîn ku, armanca hebûna hêzên Amerîkî li Îraqê tenê bo şerê li dij DAIŞê ye. Salih dîsan got, destûra bingehîn ya Îraqê rê nade axa îraqê weke bingeh bihê bikar anîn bo têkdana rewşa ewlekarî û berjewendiyên welatên cîran.

XS
SM
MD
LG