Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berhem Salih Dibe Berbijarê YNK'ê ya bo Posta Serokomarîya Îraqê


Berdevkê Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Sadî Ahmed Pîre îro Çarşemê ragihand ku Berhem Salih wê bibe berbijarê wan ya jibo posta serokomarîya Îraqê.

“YNK’ê biryar da ku Berhem Saih bibe kandîdê posta serokomarîyê. Di dengdana navxweyî de Salih ji Latif Reşîd û Mihemed Sabir li pêy xwe hiştin û 26 deng wergirtin."

Sadî da zanîn ku Salih wek serokê Koalîsyona jibo Demokrasî û Dadwerî bimîne, lê careke din, wek cîgirê sekreterê giştî vegera nav YNK’ê.

Ew jiber nerazîbûna xwe ya ser îdîayên dizî û pere xwarinê ji YNK’ê veqetibî û Koalîsyona jibo Demokrasî û Dadwerî damêzrandibû.

Salih, di 20017'an de Zanîngeha Amerîkî ya Silêmanî damêzrandibû û wek serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cîgirê serokê Îraqê xizmet kiribû.

Ji sala 2003’an vir ve sê postên herî bilind li Îraqê ji alîyê Şîa, Sunnî û Kurdan ve tê dabeş kirin: serokomar Kurd, serokwezîr Şîa û serokê parlamanê jî Sunnî ye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG