Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Barr, jiber Twîtên Trump Hizira Karberdanê Dike


Ajansa Reuters radigihîne ku Wezîrê Dadê yê Amerîka William Barr, jiber twîtên Serokê Amerîka Donald Trump yên derbarê lêpirsînên wezaretê, hizira berdana kar dike.

Lê, berdevika Wezareta Dadê yê Amerîka Kerri Kupec derengîya Sêşemê got ku plana Barr tuneye ku dest ji kar berde.

Rojnameya Washington Post roja Sêşemê ragihandibû ku Barr ji kesên nêzî xwe re qala fikarên ser Trump kiriye, rojnamê zelal nekiribû ku Barr wê karê xwe berde yan ne.

XS
SM
MD
LG