Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûniştinên Amy Coney Barrett yên li Civata Senatoran bi Dawî Bûn


Rûniştinên berbijara Serok Donald Trump ya bo Dadgeha Qanûna Bingehîn Amy Coney Barrett yên li Komîteya Dadê ya Civata Senato bi dawî bûn.

Amy Coney Barrett roja Sêşem û Çarşemê pirsên endamên Kongresê bersîvandibûn.

Roja Pêncşemê jî Demokratên ku dijî berbijarîya Barrett in û yên piştgirîya wê dikin, ser argumanên xwe axifîn.

Komîteya Dadê, tevî ku Demokrat li hember bûn jî biryar da ku bo berbijarîya Barrett ji Civata Senatoran re were şandin, di 22’ê Cotmehê de dengdan çêbe.

Serokê Piranîya Komarî ya Civata Senatoran Mitch McConnel dîyar kir ku dengên wan têra pejirandina berbijarîya Barrett dikin ku li civatê 53 Komarî û 47 Demokrat hene.

Demokrat di xemê de ne ku pejirandina Barrett bibe sedema pûçkirina biryarên wek mafên beravêtina zarokan (kurtaj) û mafên olî.

Ger Civata Senatoran berbijarîya Barrett bipejirîne, ew dê bibe jina pêncan ya ketiye Dadgeha Qanûna Bingehîn û bi wê re dê li dadgeha bi 9 kursî, 6 kursî di destê konservatîfan kevin.

Serok Donald Trump dixwaze ku berbijarîya Barrett berî hilbijartinên 3’yê were pejiandin.
Trump di sala 2017’an de Neil Gorsuch û di sala 2018’an de jî Brett Kavanaugh bo Dadgeha Qanûna Bingehîn erkdar kiribûn.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG