Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amy Coney Barrett: Amerîkî Hêjayî Dadgeheke Serbixwe Ne


Dadger Amy Coney Barrett, ku piştî mirina Dadger Ruth Bader Ginsburg bo endamtîya Dadgeha Qanûna Bingehîn wek berbijar hatiye raber kirin, di rûniştina li Civata Senatoran de axifî.

Barret di axaftina xwe de dîyar kir ku Amerîkî hêjayî ‘’dadgeheke serbixwe’’ ne ku li wir Qanûna Bingehîn û qanûn wek ku hatine nivîsîn werin nirxandin.

Komîteya Dadê ya Civata Senatoran, peyvajoya ser pejirandna berbijarîya Amy Coney Barrett ya bo Dadgeha Qanûna Bingehîn da destpê kirin.

Partîya Komarî dê di peyvajoya çar rojî de hewil bide ku berbijarîya Amy Coney Barrett berî hilbijartinên 3’yê Mijdarê were pejirandin.

Endamên Partîya Demokrat jiber ku Barett hejmara konservatîfên li Dadgeha Qanûna Bingehîn ya bi 9 kursî radike 6’an bi tundî dijî pejirandina berbijarîya wê ne. Demokratan di rûniştinê de dîyar kirin ku pejirandina Barrett dijî qanûna ser sîgortaya saxlemîyê, ku bi navê Obamacare tê zanîn, metirsîyek e û Komarîyan jî dan zanîn ku Barret bi taybetmendîyên xwe û karên xwe yên berê li gor Dadgeha Qanûna Bingehîn e.

Amy Coney Barrett li dû axaftina 22 endamên Komîsyona Dadê ya Civata Senatoran peyivî. Barret di serê axaftina xwe de behsa felsefeya hiqûqê, tecirbeyên wê yên li dadgehan kir. Wê da zanîn ku ‘’dadgeh bo civaka azad xwedîyên berpirsîyên girîng in’’ û got ku ‘’Dadgeh bo çareserkirina hemî kêşe û şaşîyên jîyana nav civakê hatine çêkirin’’

Xanim Barret dîyar kir ku biryarên ser polîtîkayên hikûmetê kar û berpirsîyên sîyasîyan e û da zanîn ku divê dadgeh wê berpirsîyê negirin ser xwe. Amy Coney Barrett bi berdewamî Ruth Bader Ginsburg bi bîr anî û got ku wek jinekê spasdara wê ye ku wê li dadgehê bo hiqûqnasên jin rêyek vekirî ye.

Barrett dê roja Sêşem û Çarşem pirsên senatoran bibersivîne. Rûniştina ser pejirandina berbijarîya Barrett dê roja Pêncşemê bi dawî bibe.

XS
SM
MD
LG