Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amy Coney Barrett li Qesira Sipî Sond Xwar û Bû Endama Nû ya Dadgeha Qanûna Bingehîn


Amy Coney Barret, ku ji alîyê Serok Donald Trump ve bo Dadgeha Qanûna Bingehîn wek berbijar hatibû raber kirin, bi merasîmeke li Qesira Sipî sond xwar.

Barrett, piştî Civata Senatoran endamtîya wê ya bo Dadgeha Qanûna Bingehîn pejirand, li Qesira Sipî sond xwar û bû yek ji endamên wê dadegeha bi 9 endam.

Serok Trump berî merasîma sondê dîyar kir ku ew roj bo Amerîka ‘’rojeke dîrokî’’ ye.

‘’Divê em ti car bawerîya xwe ya bi dîrok, mîrat û lehengên xwe winda nekin.’’ Trump got.

Amy Coney Barrett di serê axaftina xwe de spasîya Civata Senatoran kir.

‘’Ez soz didim we û gelê Amerîkî ku ezê her hewil bidim karê xwe bi awayê herî baş bikim.’’ Barrett got.

Wê dîyar kir ku ewê li gor hiqûqê karên xwe bimeşîne û ewê di karê xwe de ji ti tiştî netirse.

Li Civata Senatoran ya bi 100 kursî, temamê Demokratan û senatora Komarî Susan Collins dijî endamtîya Barrett deng dan û xênji wan 52 Komarîyan gişan bo endamtîya wê gotin ‘’erê.’’

Barrett bi pejirandina Civata Senatoran ve bû endama Dadgeha Qanûna Bingehîn ya herî zû hatiye erkdar kirin ku bi wê re li dadgeha bi 9 endam, piranî bi 6 kursîyan di destê konservatîfan de ma.

XS
SM
MD
LG