Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî Pêgir E ku Referandum Nayê Paşxistin


Mesûd Barzanî
Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro Înê li Hewlerê dîyar kir ku ewê referandumê betal nekin.

Barzanî li Stadyuma Fransu Herîrî, li pêş bi deh hazaran kes da zanîn ku belkî piştî lidarxistina referandumê bi Bexda re danûsitandinan bikin. Wî jiber ku piştigrî nedane referandumê, rexne li civaka navnetewî kir.

‘’Me got belkî wêrankirina 4500 gund, hindakirina 15 hezar Kurdên Feylî, enfala 8000 Barzanîyan û 182,000 Kurdistanîyan wîjdana cîhanê hejandibe, lê mixabin wisa nebû.’’ Barzanî got.

15 endamên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî bi yekdengî dijî referandumê derketibûn û dabûn zanîn ku ewê lidarxistina referandumê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê qels bike.

Barzanî bi berewamî dîyar kir ku 100 sal e ku netewa Kurd tê ceza kirin û got ku ‘’eger nîyeta we ya cezakirina Kurdan hebe, dest ji cezakirina Kurdan berdin, werin min ceza bikin.’’

XS
SM
MD
LG