Lînkên eksesibilîtî

Frensa Piştgiriya Guftûgoyên Nû di Navbera Bexda û Kurdan de Dike


Barzanî û Macron

Serokê Frensa Emmanuel Macron dibêje Frensa dê “her tiştekî bike“ ji bo alîkariya yekîtiya Îraqê û pênasîna mafên Kurdên Îraqê bi riya guftûgoyên nû.

Macron li Parîsê îro Şemiyê li gel serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî kom bû, di demekê de ku nakokiyên siyasî û leşkerî di navbera herdû aliyan de derketine holê ji dema pêkanîna referandumê ji aliyê Kurdan ve.

Di konferanseka rojnamevanî ya hevbeş de li gel Macron, Barzanî got ew amadeye li gel Bexdayê guftûgoyan bike li dor desthiladariya Kurdan û Bexdayê li xalên sînorî yên Îraqê li gel Sûriyê û Tirkiyê.

Meha borî, dadgeha bilind a Îraqê hîşt ku herêma Kurdistana Îraqê ji dengdana serxwebûnê herêmê vegere encamên referandumê bicîbihêle.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG