Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî: Herêma Kurdistanê Piştgîrîya Kurdên Sûrîyê Dike


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêje ku herêm piştgîrîya Kurdên Sûrîyê dike.

Di civînekê de ligel civaka Kurdî li Washington, birêz Barzanî herwiha got ku em qebûl nakin zulim li Kurdên Sûrîyê bihête kirin.

Derbarê pirsa Kurdî li Tirkîyê, serokê Herêma Kurdistanê got ku herêm piştîgîrya çareserkirina pirsgirêka Kurdî dike û got bila Kurd li parlamentoya Tirkîyê şerê xwe yê sîyasî bikin.

Birêz Barzanî got, “dema me şerê çekdarî dikir, me şerê man û nemanê dikir, lê belê îro divê em bi rêyên sîyasî û diplomatîk şerî jibo bidestxistina mafên xwe bikin.”

Jibo guhdarîkirina gotûbêja navbera hevkaran Heyder Kerîm û Kawe Kirmanc derbarê civîna birêz Barzanî bi civaka Kurdî li Amerîka, fayla dengî ya rexê rastê vê rûpelê kilik bike.

XS
SM
MD
LG