Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî: Bi Awayekî Demkî Ez Dest bi Kar Dikim


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.
Piştî parlamentoya Herêma Kurdistana Îraqê demê serokatîya Mesûd Barzanî jibo du salên din dirêj kir, birêz Barzanî roja Sêşemê peyamek belav kir.

Di peyameke nivîskî de, birêz Barzanî dibêje “ji bo liberçavgirtina diltengiyên pêkhateyên neteweyî û olî yên Kurdistanê derbarê egera kûrtirbûna krîza siyasî û parastina aramiyê di Kurdistanê de. Herwiha li pêşber doza kesayetiyên xebatkarên Kurdistana Îraq û perçeyên din ên Kurdsitanê, neçarbûm ku yasaya dirêjkirina dema serokatiya Herêma Kurdistanê red nekim."

Birêz Barzanî dibêje "lê vê neçariyê jî nekir ku têkevim wê basweriyê ku îmze bikim, çiku dixwazim hemû berpirsyariya wergirtinekê û dirêjpêdana di çarçoveya karê dewletî de, di rêya sendûqa dengdanê re be.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got ku “ez radigihînim gelê Kurdistan ê hêja, ku bi awayekî demkî heta xula çarem a parlamentoya Kurdistanê ez dest bi kar dikim.”

Komeleyên opozisyona Herêma Kurdistanê biryara parlamentoyê ya dirêjkirina dema serokatîyê rexne dikin.
XS
SM
MD
LG