Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP: Arîşeya Navbera Tirkîyê û PKK Fişar li Mesûd Barzanî Dike


Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî

Ajansa AFP ya Fransî dibêje, Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî di encama nakokiya navbera Tirkiyê û PKKê de ketiye jêr fişareke mezin.

Barzanî yê ku gera wî ya serokatiyê, li gor qanûnê di 19ê vê mehê de bidawî dibe, hewil dide ku dema serokatiya xwe dirêjtir bike.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya Barzanî dibêje, jiber vê rewşa awarte pêwîst e dema serokatiyê ji Barzanî re were dirêjkirin.

Lê, partiyên opozisyonê wekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran dixwazin ku Barzanî li gorî qanûnê dest ji posta xwe berde.

Di parlemana Herêma Kurdistana Îraqê de ku posta serokatiya herêmê hildijêre 111 kursî hene û partîyên opozîsyonê bi hevre xwedîyê 59 parlamenter in.

Lê çavdêr dibêjin, dibe ku pirsgirêka posta serokatiyê bibe cihê aloziyan, jiber rewşa herêmî û nazikbûna peywendiya Kurdistana Îraqê bi bûyerên ku li Tirkiyê çê dibin.

XS
SM
MD
LG