Lînkên eksesibilîtî

Barzanî Ser Ketina Kerkûkê Peyameke Nivîskî Da


Masoud Barzani

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê ketina Kerkûkê ya destê hêzên Îraqî peyameke nivîskî belav kir.

Wî ragihand ku tiştên ku li Kerkûkê qewimîne, di encama biryara yekalî ya çend kesên ser bi alîyekê sîyasî yê Kurdistanê ligel alîyê Îraqî pêk hatine.

“Bi dirêjahîya dîrokê gelê Kurdistanê di bin gef û zulmê de bûye û mafên wê hatine binpê kirin… Ligel wê jî gelê Kurdistanê herdem ji asoya çareserîya aştîyane ve pêngav avêtine û me ti deman şer nexwestiye, lê şer li ser me hatiye sepandin. Me hemû hewlên xwe bo çareserîya aştîyane dane bo mana xwe û gihîştina armancên xwe ku ew jî ewlehî û mafên gelê Kurdistanê bûye.”

Barzanî li ser rewşa Kerkûkê da zanîn ku di encama biryara yekalî ya çend kesên di nava alîyekî sîyasî yê Kurdistanê bû ku bûye sedema vekişîna hêzên pêşmergean.

"Di encama wê paşve vekişînê de, hêla temasê ya berî destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê ya 17’ê Cotmehê ya navbera Bexda û Hewlêrê de, jibo lihevkirina derbarê çawanîya belavkirina hêzên Îraqê û Herêma Kurdistanê bûye bingeh.”

Barzanî daxwaza parastina yekrêzî ji gel û hêzên sîyasî kir û ji dezgehên ragihandinê xwest ku bi giştî ji asoya hestkirin bi berpirsatîya netewî ve serederîyê ligel rewşa hesas ya Kurdistanê û Îraqê bikin.

Wî bi bîr xist ku dengên gelê Kurdistanê ya bo serxwebûna Kurdistanê û xwîna pêşmerge û şehîdên rêya rizgarîya Kurdistanê, bi valahî naçin û ewê bigihejin armanca xwe.

XS
SM
MD
LG