Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ bi Nêzîkbûna Şerê di Nava Musil de Êrîşên Hevdij Zêde Dike


Ajansa Reuters êvariya roja Duşemê, ji Bexda paytexta Îraqê ragihand ku, çekdarên Dewleta Îslamê (DAIŞ) roja Duşemê bihavê êrîşên xwe li dij hêzên leşkerê Îraqê û hêzên Kurdan berfireh kiriye, da ku givaştinên liser bajarê Musil û nêzîkbûna hêzên hevdij sist bike.

DAIŞ hemû givaştinên xwe dixe ser hêzên ewlekariya Îraqê û hêzên Kurdan da ku bajarê Musil jidest nedin ku, bajarê mezin yê herî dawiyê ye li Îraqê li jêr kontrola çekdarên wê de mayî.

Li aliyekê din hêzên Pêşmergan û serfermandarên hêzên kurdan li eniya Başîkê bo Dengê Amerîka dan xuyakirin ku hêzên Kurdan bi hevkariya êrîşên esmanî yên hevpeymanan bajarokê Başîkê ji hemû aliyan de hatiye dûrpêçkirin, lê DAIŞê toreka Tunêlan di nava Başîkê de kolane, jiber wê yekê pêşketin û rizgarkirina bajêr hêdî birêve diçe.

XS
SM
MD
LG