Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberekî Ayînî yê Îraqê ku Piştgiriya Xwepêşandanan Dikir Tê Kuştin


Bi sedan rûniştvanên Besra derketin xwepêşandanan li dijî kuştina rêberê ayînî Wîsam el-Ghrawî ku polîs dibêje ew li derveyî mala wî hatiye kuştin piştî wî pêşniyar kiribû ku xwepêşander li dijî nebûna xismetên giştî li bajêr çekan hilgirin.

El-Ghrawi kesayetiyeke serdest bû di xwepêşandanên Besra de ku daxwaza ava paqij û elektirîkê dikin.

Bajarê Besra 90 ji sedî ji berhema Îraq a niftê çê dike, lê va wê nayê vexwarin û elektirîka wê jî herdem qut dibe.

Polîsê Besra dibêje el-Ghrawî derengî Şemiyê li navenda bajêr li pêş mala wî ji aliyê êrîşkerên nenas ve hatiye gulebaran kirin.

Dost û kes û nasên wî îro Yekşemê darbesta wî li nava bajêr gerand û daxwaz ji polîs kir ku kujeran diyar bikin û radestî dadweriyê kin.

Roja Înê el-Ghrawî di girteyeke vîdyo ya xwepêşandekê de gotibû pêwîste rêberên ayînî fetweyekê derxin û hilgirtina çekan rewa bikin.

Vîdyoya wî bi berferehî li ser medya civakî ya Îraqê belav bûbû.

XS
SM
MD
LG