Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rizgarkirina Sivîlan ji Bingehê Dawî yê DAIŞê Dom Dike


Berpirsê ragihandina Hêzên Sûriya Demokrat HSDê, Mistefa Balî li nêzîk Baxoz bo ajanasan ragihand ku roja Duşemê jî hejmarek sivîl ji bingeha dawiyê ya çekdarên DAIŞê li Baxoz hatine rizgar kirin.

Sivîl ji herêma dawiyê ya Rojhilatê Sûriyê ku çekdarên DAIŞê xwe lê hesar daye tên rizgar kirin û ji çekdaran tên cûda kirin, car caran jî şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û HSDê ya ku ji aliyê Amerîka vet ê piştevanîkirin diqewimin.

Zêdetir ji 40 otombîlên barhilgir hatine dîtin ku zarok û jin û xurtên nû gihayî tê de bûn ji gundê Baxoz yê nêzîkî sinorê Îraqê hatine derxistin ku li ser ava çemê Firatê ye.

300 çekdarên DAIŞê xwe li bingeha dawiyê asê kirine û hatine dorpêçkirin di navbera Hêzên Sûriya Demokrat û çemê Firatê de.

Ji meha Septmeberê û vir ve HSDê bi piştevaniya Amerîka dest bi êrîşên dijwar kirine bo ser bingehên dawî yên çekdarên DAIŞê, heta niha nêzîkî hezaran sivîl ghatine derxistin, proseya derxistina sivîlan astenga pêşîn û sereke bû ku, bidawî anîna çekdarên DAIŞê ragihandina yekcarî ya ji navbirina DAIŞê bihê paş xistin.

XS
SM
MD
LG