Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

BBC: Di Êrîşa Ser Pira Londonê de 2 Kes Hatine Kuştin


BBC ji zarê karbidestên nenavkirî ragihand ku îro 2 kes li ser Pira Londonê hatine kuştin, piştî ku zilamekî bi kêrê êrîş bir ser kesên derdora xwe.

BBC da zanîn ku polîsan wî zilamê ku êlegeke derewîn ya xwekujî li xwe kiribû bi teqekirinê kuştiye.

Polîsên Brîtanî jî ragihand ku jimareke kesên ser Pira Londonê di encama êrîşan de hatin birîndar kirin.

Polîsan herwiha dîyar kir ku êrîşvan ji alîyê hemwelatîyan ve hate bêbandor kirin û dû re jî hêla wan ve hate kuştin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG