Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alozîya Dîyarbekirê: 40 Birîndar û 86 Girtî


BDP News Conference
Roja Şemîyê jibo azadîya rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan, ji alîyê Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) û Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) li Dîyarbekirê bi navê “Jibo Azadîyê Berxwedana Demokratîk” xwepêşandanek hat lidar xistin. Lê, jiber hin hincetan Wîllayeta Dîyarbekirê xwepêşandanê qedexe kir û nehîştin ku tu kes dakeve qada istasyonê. Jiber qedexe û asteng kirina polîsan li bajêr li taxên cûda di navbera polîs û xwepêşanderan de pevçûn derket û di encama pevçûnan de 3 parlamenterên BDP’ê j îtê de 40 kes jiber gaza îsotê û derba polîsan birîndar bûn. Herwiha di encama alozîyê da 86 kes jî hatin binçavkirin.

Parlamenter û şaredarên BDP’ê piştî alozîyan jibo êrîş û tûndûtûjîya polîsan protesto bikin, ji êvarê Şemîyê heta Yekşemê sibê li Sumerparkê bizava runiştinê lidarxistin. Parlamenter û bajarvanên BDP bizava xwe bi daxuyanîyek bidawî kirin. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk di derbarê xwepêşandanê û encama wê de destnîşa kirin ku "her çiqas xwepêşandan hatibe qedexekirin jî gelê Dîyarbekirê berxwedanek mezin nîşan da."
Hevserokê BDP’ê destnîşan kir ku jibo dexwaza azadîya Abdullah Ocalan dernekeve pêş, dewletê 24 saet li ser Kurdan helwestek faşizan pêk anîye. Demirtaş destnîşan kir ku temsîla dewletê doh li Dîyarbekirê tenê tunduji, tank, top, xaz û cop bû.

Selahattîn Demîrtaş dîyar kir ku Abdullah Ocalan jibo gelê kurd giring e, ger hikumet rumet bide gel, lazim e ku rumetê nişanê îradeya gel jî bide. Demîrtaş got, “derket holê ku bêyî Ocalan tu rêyên çareserîyê nemane, heta ew azad nebe, aşitî û çareserî jî pêk nayê.”

Hevserokê BDP’ê dîyar kir ku buyerên doh nîşan daye ku êdî tu hikma AKP li herêma Kurdan nemaye û AKP buye temsîla faşizmê..Demîrtaş got “hat fêmkirin ku ev hukûmet nikare çareserîyê pêk bîne.”

Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk jî got ”Doh li Dîyarbekirê faşîzm û polîtîkayên dewletê ên 90 sal in ku Kurdan tune dihesibînin, hikum kir, doh dewlet bi gelê xwe re bi polîs û tankên xwe şer kir."

Aysel Tugluk got jiber ku gelê Kurd Ocalan weke irada xwe dibine û wek muatabê çareserîya pirsgirêka Kurd qebûl dike,herwiha jiber ku Kurd dexwaza ziman û nasanameya xwe ya azad dikin,rastê êrîşên tund hatine.

Tugluk da zanîn ku 354 rojin, ne malbat, ne jî parêzerên Abdullah Ocalan nikarin wî bibînin. Hevseroka KCD got, ev encama polîtîkayên AKP yê înkar û tunekirinê ne, Ocalan ne girtîyek ji rêzê ye, ew îradeya sîyasi ya gelê Kurd e û nunerê serhildana dawî a Kurdan e. “

Hevseroka KCD bang li hikumeta AKP kir û got “ divê zorê nedin tehamula gel, hê ku pir dereng nebûye werin dev ji vê sîyasetê berdin. Tecrîda li ser birêz Ocalan rakin, rêya azadîya wî vekin, jibo çareserîyê ji vê rêyê pêştir rê nemaye."
XS
SM
MD
LG