Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeya BDP’ê Jibo Nameya Ocalan Çû Herêma Kurdistanê


Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ligel , Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan xwane dibe
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ligel , Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan xwane dibe
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş û Parlamantarê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, jibo nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya diduyan bigihînin rêvebirîya PKK’ê ya li Qendîlê, îro Înîyê çûn Herêma Kurdistana Îraqê.

Nameya Rêberê PKK’ê bi rêya Sazîya Îstixbarata Milî ya Tirkîyê (MÎT) do êvarê gihîşt ber destê BDP’ê ku vê sibehê jî şandeya wê partîyê ber bi Kurdistana Îraqê ve bi rê ket.

Tê ragihandin, wê Demirtaş û Onder ji Hewlêrê derbazî Silêmanîyê bibin û ji wir jî herin Qendîlê ku bi rêvebirê PKK’ê Murat Karayilan re bicivin.

Şandeya BDP’ê piştî radestkirina nameya Ocalan û nirxandinên li ser pêvajoyê bi rêvebirîya PKK’ê re wê vegere Tirkîyê.

Dîsa, parlamantara BDP’ê Pervîn Buldan ku ew jî di her du şandeyên dawî yên serdana Ocalan dikin de cî digire jibo nameya birêz Ocalan ya jibo rêvebirîya Ewropa ya PKK’ê bibe çû Brukselê.

Li bîragiştî ya Tirkîyê jî wekî babeta herî girîng ya pêşvebirina pêvajoyê, vekişîna hêzên çekdar tê nîşandan ku çaverê ye ew jî piştî nirxandin û bersîvên nameya Ocalan çareser bibe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG