Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Serokê Amerîka Serdana Îraqê Dike


Cîgirê Serokê Amerîka Serdana Îraqê Dike
Cîgirê Serokê Amerîka Serdana Îraqê Dike

Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden bi seredanaka ji nêşkê ve gehişte Bexda, ku li wêrê dê digel Serokwezîrê Îraqê Nurî El Malikî û Serokê Îraqê Celal Talabanî, û Serokê parlemanê, Osama El Neceyfî û rêberên din yên sîyasî kom bibe.

Cîgirê Serokê Amerîka herwisa dê li rêûresmeke bo rêzgirtinê li hêzên Amerîkî û Îraqî beşdar be. Li seredana xwe bo herêmê, Cîgirê Serokî herwisa biryar e seredana Tirkîyê û Yunanîstanê bike.

Ev seredan tê kirin ku hêzên Amerîkî ji Îraqê tên vekêşan, berî muhleta dîyarkirî li 31'ê meha 12 ya îsal.

Ji nêzîkî 170.000 leşkerên Amerîkî, nuke nêzîkî 14.000 li Îraqê mane.

Serokê Amerîka Barack Obama gotibû piştî vekêşana hêzên Amerîkî bi dawî tê, têkîlîyên Amerîka ligel Îraqê dê derbazî qonaxeke nû bibin.

Şerê Îraqê li meha sê Adara ya sala 2003'ê destpê kir, ku yek jî dirêjtrîn kêşeyên leşkerî di dîroka Amerîka de ye. Bi hezaran leşkerên Amerîkî di wî şerî de hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG