Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bedran Çîyakurd: Hêzên Kurdan û Rêvebirîya Şamê bo Efrînê li Hev Kir


Şervanên YPG'ê li Efrînê
Şervanên YPG'ê li Efrînê

Şêwirmendê Rêvebirîya Xweser ya Kantona Cezîrê Bedran Çîyakurd ji Reuters’ê re ragihand ku hêzên Kurdan û rêvebirîya Şamê, bo ku Artêşa Sûrîyê here Efrînê li hev kirine.

Çiyakurd dîyar kir ku hêzên Artêşa Sûrîyê dê di nava du rojan de li xeta sînor bi cîh bibin û dibe ku heta du rojan ew di herêma Efrînê kevin.

Tirkîye, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rêxistina terorî dihesibîne û meha borî dijî Efrînê dest bi operasyonê kiribû.

Amerîka, ku li NATO hevalbenda Tirkîyê ye, bo têkoşîna dijî DAIŞ’ê çek dabûn YPG’ê

‘’Li hember van tawananên hovane û bêdengîya navneteweyî, kî destê xwe dirêjî me bike emê bi wan re hevkarîyê bikin’’ Çîyakurd got.

Çîyakurd da zanîn ku rêkeftina ku wan bi rêvebirîya Şamê re kiriye bi temamî leşkeri ye û wan di çarçoveyeke berfirehtir de lihevkirineke siyasî hîn li hev nekiriye.

Şêwirmendê Rêvebirîya Xweser ya Kantona Cezîrê dîyar kir ku hin kes dijî vê lihevkirinê ne û ew nizanin ku ewê rêkeftin bo çiqas dem bidome.

XS
SM
MD
LG