Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Kirîna Berhemên ji Koreya Bakur Qedexe Dike


Çîn îro Duşemê ragihand ku li gor toleyên nû yên Neteweyên Yekbûyî, ew derkirîna komir, hesin, jîndarên behrê û berhemên din yên curbicur ji Koreya Bakure qedexe dike.

Rêvebirîya Çînê soza bi tevahî cîhanîna biryara Neteweyên Yekbûyî ya dijî Pyongyangê dabû ku ji alîyê Civata Ewlekarî ve, bi yekdengî hatibû dan.

Pispor pêşbînî dikin ku sekinandina kirîna berhemên Koreya Bakurî heta bigeheje buhayê yek mîlyar dolarên Amerîkî ku ew jî ji aborîya Pyongyangê re zîyaneke pir mezin e.

Wezareta Bazirganî ya Çînê da zanîn ku bi biryar dê di 5’ê Îlonê de, bi tevahî têkeve jîyanê.

Serokê Amerîka Donald Trump û karbidestên din yên payabilind ji Çînê xwestibû ku, wek hevalbenda herî nêzîk, giwaştinê li ser Pyongyangê bike ku dest ji bernameya navokî berde.

XS
SM
MD
LG