Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşîr Atalay: Buyera Înegolê Provakasyona Beriya Referandomê ye


Di van salên dawî de li rojavayê Tirkîyê, li ser Kurdan ji aliyê nîjadperestê Tirkan ve gelek êrîş pêk tên. Herî dawî li naçveya Bursa Înegolê û li navçeya Hatayê Dortyolê li ser kurdan û kargehên wan êrîş pêk hatin.

Roja Şemîyê li navçeya Bursa Înegolê aloziyeke mezin derket. Li gor agahiyên ajansan, li Bursayê, di navbera ajotvanên wesaitan de pevçûneke destpêkir. Hatiye hînkirin ku aliyekî van ajotvanan Kurd in, rengê buyerê guheriye û şer mezin buye. Bi hezaran kes li hemberê Kurdan meşiyane û li ber qereqola ku ajotvan lê hatine desteserkir, kom dibin. Di buyerê de bi dehan wesait hatine şewitandin. Buyera ku li hemberê kurdan destpêkir û ji kontrolê derket bi xazên îsotê, bizorê hat tepisandin.

Waliyê Bursayê Şahabettîn Harpûtî, di derbarê buyeran de destnîşan kir ku piştî kosertekî hatiye bihîstin li navçeyê du kes hatine kuştin, loziî destpêkiriye.Walî dibêje ku piraniya kên ku êrîşê pêk anine serxoş bûne. Li gor agahiyên walî, di êrîşan de 15 kes birîndar bûn, 44 kes jî hatin desteser kirin.

Wezirê Karê Hundir yê Tirkîye Beşîr Atalayî jî li ser vê buyerê destnîşan kir ku buyera Înegolê provakasyona beriya hilbijartina referandomê ye. Wezir Atalay wiha berdewam kir: ` Beriya hilbijartina referandumê, em li hêviya provakasyonên bivî awayî bûn. Di derbarê vê bûyerê de me mufetîş şand û me heya referandomê iznên Walî, qeymeqam, rêveberên emniyete û cendermeyan rakirin. Emê aramiyek wisa çêbikin ku, bêyku hemwelatî bitirsin û bikevin fikaran, biçin ser sendoqan`.

Ji aliyê dinê ve êrişeka li ser kurdan, li navçeya Hatayê Dortyolê qewimî. Roja yekşemê li navçeya Hatay Dortyolê li ser wesaîteka polêsan êrîşeke pêk hat. Di êrîşê de 4 polîs hatin kuştin. Piştî li navçeyê hat bihîstin ku li ser polêsan êriş pêk hatiye bi dehan kes li hev kombûn û ber bi kargehên kurdan û avahiya Partiya Aşitî û demokrasiyê BDP ve meşiyan. Li gor daxuyaniyê serokê Rêxistina BDP'ê ya Dortyolê Halîl Baybarîs, avahiya BDP hatiye şewitandin her wiha li ser kargehên kurdan jî êrîş pêk hatine. Li gor agahiyên dawî li Dortyolê alozî hê berdewam e.

Piştî van buyeran hevserokê BDP Selahattîn demîrtaş daxuyaniyekî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev buyer, hewildana lînçê ya lihemberî Kurdan e û xwestine ku veguherînin şerekî etnîkî. Selahattîn Demîrtaş balê kişand ser êrîşên İnegol û Dortyolê û diyar kir ku ev ne pevçûnen ji rêzê ne. Demirtaş got “Ev rewş piştî daxuyaniyên rayedaran ku kurdan û partiya me hedef nîşan didin, derketiye holê. Ji ber hindê di van buyeran de berpirsîyariya siyasetmedaran zêde ye. Lê banga me ewe ku divê her kes bi berpirsiyarî tevbigerin”

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG