Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêjeya Bêkarîyê li Amerîka Berdewam Nizimtir Dibe


Rêjeya Bêkarîyê li Amerîka Berdewam Nizimtir Dibe

Rewşa aborîya Amerîkî ber bi başbûnê ve diçe, li vê demê ku hejmara hemwelatîyên ku serîlêdana alîkarîya bêkarîyê dikin nizimtir bûye û giheştye asta herî bilind ya çar salên borî.

Raporta Îro Pêncşemê ya Wezareta Kar ya Amerîkî nîşan dide ku hejmara kesên ku jibo alîkarîyê serî lêdane 13.000 hezar hindiktir bûye û li seranser welêt bûye 348.000 kes.

Pisporên aborî dibêjin, kardar kesên nû werdigirin û kesên ku ji kar têne dêr xistin jî kêm dibin, loma jî hejmara serîlêdanên alîkarîya bêkarîyê kêmtir dibe.

Raporteke cihê ya wezaretê nîşan dide ku rêjeya bêkarîyê 8.3 ji sedê ye, ku ew jî asta herî nizim ya sê salên borî ye.

Nîşaneyeke din ya zindîbûna aborîya Amerîkî jî ev e ku, kirîna xanîyan li meha çûyî li gorî meha berê 1.5 ji sêde bilind bûye.

XS
SM
MD
LG