Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje ku Ew li Sûrîyê Piştgirîya Alîyekî Nake


Cîgirê serokwezîrê Tirkîyê Bekîr Bozdag dibêje ku ew li Sûrîyê ne ligel, ne jî dijî alîyekî ne û sîyaseta wan ya derheqa Sûrîyê ji ya Îran, Rûsya û Amerîka cihêtir e.

Bozdag ew daxuyanî wek bersîva pirseke rojnamevanekî da ku ji gotinên Serokê Fransî Emmanuel Macron bi bîr xist ku Tirkîye ji Rûsya “cuda” bûye.

Tevî ku Tirkîye li Sûrîyê bi Rûsya û Îran hevkarî dike, Enqere piştgirî dide serhildayên dijî hikûmeta Sûrî û ji mêjve daxwaz dike ku Serokê Sûrî Beşar Esad ji desthilatê nemîne.

Tirkîyê piştgirî dabû êrîşên Amerîka, Brîtanya û Fransa û gotibû ku ew êrîş mesajeke xurt şand Esad.

Amerîka, Brîtanya û Fransa, wek bersîvdana îdayên êrîşa kîmyayî li Dûma, roja Înê pirtir ji 100 mûşek avêtibûn Sûrîyê.

Pentagonê ragihandibû ew êrîşa tenê bo carekê ye û armanca wê ne guhertina rejîma Sûrî ye.

XS
SM
MD
LG