Lînkên eksesibilîtî

Bêkarî li Amerîka di Nizimtirîn Asta 16 Salên Borî de Ye


Wezareta Kar ya Amerîkî îro Înê ragihand ku rêjeya bêkarî di meha Gulanê de ket asta herî nizim ya 16 salên bor, lê afirandina karên nû bi awayekî berbiçav kêmtir bû.

Li gor raporta wezaretê ekonomîya Amerîkî meha borî, ji bendewarîya pisporan hindiktir, tenê 138,000 karên nû yên net zêde kirin, lê rêjeya bêkarî jî bû 4.3 ji sedê.

Aborîzan dibêjin ku nizimbûna bêkarî nîşana xurtbûna aborî ye, lê afirdina karên nû ya lawaz jî nerînên berevajîya dîtinên pêşîn nîşan didin.

XS
SM
MD
LG